image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi daxwazeke fermî ji Serokê Encûmena Dadwerî ya Iraq Fayeq Zêdan hatiye xwestin, biryarên Dadgeha Federal ên piştî hilbijartinên 10ê Cotmeha 20221ê ji ber ku siyasî bûn, werin cemidandin.

Siyasetmedarê Iraqê Mîsal Alûsî li ser hesabê xwe yê twitterê, Serokê Encûmena Dadwerî Fayeq Zêdan û encûmena li gel wî kar dike, wek alîgirên Nûrî Malikî tometbar kir û got: “Hêvîdarim bê tawan be.”

Alûsî got: ‘’Em hemû dizanin biryarên dadgeha federal ên piştî hilbijartinan siyasî bûn û ji bo kuştina Muqteda Sedir bûn, wek çawa bavê wî jî kuştin.”

Mîsal Alûsî da zanîn: “Ji vê derê ez bi fermî daxwaz ji te dikim (Fayeq Zêdanî) biryarên dadgeha federal bicemidîne, heta ku her kesek piştrast dibe ku gelo biryarên derketine bi armanc hatine girtin an na. Eger na xwepêşandan narawestin û xwîna me jî di stûyê te de ye.”