image

PeyamaKurd – DAIŞê berpirsiya êrîşa ser xeta boriya gazê ya li herêma Deyr Alî ku ji ber wê êrîşê elektrîka Şamê qut bûbû li xwe girt.

Li gorî ajansa Tasnîm a Îranê DAIŞê berpirsiya xwe ya êrîşa ser xeta boriya gazê ya Deyr Alî ragihandiye.

Hat ragihandin ku piştî temîrkirina xeta boriyê wê ji nû ve veguhestina gazê bê kirin.

Hikûmeta Sûriyê piştî wê êrîşê ragihandiye ku ji ber pirsgirêka di xeta boriya gazê de ku gaz naçe santrala elektrîkê, elektrîka gelek deveran li Şamê  qut bûye.