image

PeyamaKurd- Ji aliyê Konseya Bilind a Darazê ya Iraqê ve hat ragihandin ku di derbarê kesên êrîşî Balafirgeha Bexdayê kiribûn de sizayê heta hetayê hatiye dayîn.

Li gorî hat ragihandin, Dadgeha Bexdayê ya Karhê ya Sizayê, ji bo 4 kesên ku di 28ê Rêbendana îsal de bi roketan êrîş biribûn ser Balafirgeha Bexdayê, sizayê giran ê muebetê daye.

Di daxuyaniya ku ji aliyê dadgehê ve hat ragihandin de agahî bi vî awayî hat parvekirin:

"Dadgehê, sizayê heta hetayî da çar tawankarên ku beşdarî êrîşê bûne."

Êrîşa navborî ya ku di dawiya meha rêbendanê de qewimîbû, li gorî îdiayan ji aliyê komên milîs ên Şiî yên girêdayiyê Îranê ve hatibû kirin.