image

PeyamaKurd – Serokê dewleta Azerbeycanê İlham Aliyev cîgirê wezîrê karên derve yê ji Awrûpa û Awrasyayê berpirs James O’Brien qebûl kir. Ragihandin ji terefê serokkomariya Azerbeycanê de hat kirin.

Li gor ragihandina Azerbeycanê; seredana O’Brien di babeta têkiliyên duqolî de û di pirsgirêkên herêmî de ciyê girîngiyê ye. Aliyev ragihand ku têkiliyên navbera Azerbeycanê û Amerîkayê xwediyê dîrokekî dewlemende û di salên serxwebûna Azerbeycanê de, di seha enerjiyê û hin sehayên din de hevkariyê kirine.

Aliyev, behsa şerê Azerbeycanê û Ermenistanê kir û got ku Ermenistan berpirsiyariya xwe ya piştî şerê Qerebaxê bicîh neaniye. Ermenistan çek û leşker dişîne ser axa Azerbeycanê da destekê bidin grûbên nerewa û Azerbeycan jî li ser axa xwe operasyonê kiriye ser hêzên Ermenistanê.

Aliyev got ku piştî desthilata Azerbeycanê bicîh bibe, ji bo aştiya herêmê pêdivî bi destekê heye û Amerîka dikare destekê bide wê pêvajoyê.