PeyamaKurd- Berdevkê CHPê Faîk Oztrak, piştî bidawîbûna proseya dengdayînê ya gera duyem a Hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê, daxuyaniyek da çapemeniyê.
Faîk Oztrak li navenda partiya xwe daxuyaniya navborî da û got ku ew ê girtekên bi destnîşanên şil biparêzin û demildest neheqiyan tespît bikin.
Oztrak got, "Em ê heta dawiyê vîna gelê xwe biparêzin û em ê bi ser bikevin. Me dît ku di hemû hilbijartinên serdema AK Partiyê de encamên peşîn ên ku ji aliyê saziya fermî ya dewletê ve hatin eşkerekirin, di gera yeke a vê hilbijartinê de çawa hatin manîpulekirin û çiqas zû hatin guhertin.
Divê tu kes bi axaftinên şaneşînên hewil nede avê gemar bike. Divê gelê me li benda daxuyaniya ku em ê di saet 19.00an de bidin bisekine. Divê rayedar û welatiyên me parastina sindoqan bidomînin."