image

PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li Maliyê li payîtexta wê Bamakoyê di sala 2015an de avêtibûn ser xwaringeh û otêlekî û 25 kesan kuştibûn. Êrîşkerên otêl û xwaringehê 3 kes ji wan îro bi cezayê îdamê hatin cezakirin. Ceza ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran ya Bamakoyê de hat dayîn.

Li gor biryarê kesê Morîtanyayî bi navê kod "İbrahim 10" lê navê wî yê eslî  Fawaz Old Ahmed e, kesên ji welatê Maliyê Abdulbaqî Abdurahman û Sadû Çaka bi cezayê îdamê hatin cezakirin. Mafê wan heye ku li biryarê îtîrazê bikin û dosya here dadgeheka bilindtir.

Di dadgehê de mêjiyê êrîşê Ahmed ku endamê rêxistina El-Murabîtune, gotiye ku ew poşman nîne û întîqama an ku tola ku çawa kovara Charlie Hebdo Hz. Mihemmed kiriye karîkator û belav kiriye, sitendiye.