image

PeyamaKurd – Welatê Çekya bi biryara parlamentoya xwe hemû şaxên Hizbûllahê ku bi ser Îranê ve ne, xistin lîsteya terorê.

Rojnemaya Jerusalem Post a Îsraîlê ragihandiye ku Wezareta Derve Çekyayê, diyar kiriye parlamentoya  Çekyayê biryar derxistiye ku hemû şaxên Hizbullahê wek rêxistineke terorîst werin pênasekirin.

Herwiha Parlamentoya Çekyayê bang li hikumeta Çekyayê jî kiriye ku zextê li welatên din ên Yekîtiya Ewropayê bike da ku ew jî heman biryarê bidin.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gabi Ashkenazi, ji bo wê biryarê spasiya parlamentoya Çekyayê kir.