image

PeyamaKurd - Serokwezîrê Çekyayê Andrei Babisch û Wezîrê Derve yê Çekya Jan Hamatchik ragihandin ku Çekyayê biryar daye 18 karmendên li balyozxaneya Rûsyayê dersînor bike.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Gûmana ku destê îstîxbarata Rûsyayê di teqîna ku sala 2014an li depoya çekan de çêbûye heye."

Hêjayî gotinê ye, ji ber destwerdana hilbijartinên Amerîkayê ji aliyê Rûsyayê ve berî niha jî Washingtonê biryara sizakirina 32 kes û saziyên rûsî dabû û herwiha 10 dîplomat jî dersînor kiribûn.