image

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku ji ber şerê Ukraynayê stoka cebilxaneya Almanyayê gelekî kêm bûye û tenê ji bo şerê giran ê du rojan di destê artêşê de çek mane.

Rojnamevanekî bi navê Oliver Moody ji Times Radio re axivî ye û gotiye, ji ber şerê Ukraynayê stoka çekan a artêşa Alman gelekî kêm bûye û niha tenê têra şerê giran ê du rojan dike.

Moody daye xuyakirin, ji ber şerê li Ukraynayê ku Almanya çekan ji wan re dişîne di depoyan de çek û alavên leşkerî pir kêm bûne û ev bûye pirgrêkeke mezin bo artêşa Almanyayê.

Herwiha wî rojnamevanî diyar kiriye, ji bo ku cebilxaneya artêşa Almanya bibe wekê berê pêwîstî herî kêm bi xerckirina 20 milyar euroyan heye.