
PeyamaKurd – Li gor doneyên wezareta xezînê ya Amerîkayê; deynê netewî yê Amerîkayê li dora 31,1 trîlyon dolariye. Deyn, bûye sedema endîşeyan û aborîzanên Amerîkayê dibêjin ku faîz gelek zêde bûne û wê ji bo deynê Amerîkayê bibin xeter.
Ofîsa Budçê ya Amerîkayê (CBO) di serê salê de di rapora xwe de ragihandibû û ji bo barê deynan hişyariyê dabû. Rapor di meha temmûzê de hatibû belavkirin û CBO tê de gotibû ku deyn wê bibe sedema sekna pêşdeçûna aboriya welat, wê faîzan zêde bike û krîza darayî bilnd bike.