image

PeyamaKurd – Wezîrê tûrîzmê yê Îsraîlê Haim Katz, bi sedema konferansa rêxistina tûrîzmê ya dinyayê ya Neteweyên Yekgirtî çû Erebistan a Saûdiyê. Ev seredan seredana yekeme ku di asta wezîran de ji bo Erebistana a Saûdiyê tê kirin.

Seredana wezîrê Îsraîlê yê Tûrîzmê ya Haim Katz, piştî hevdîtinên welîehdê Saûdiyê Prens Muhammed bin Selman û serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ku peyamên nerm yên normalîzekirina têkiliyên her dû welatan dan, hat kirin.

Wezareta Tûrîzmê ya Îsraîlê ragihand ku Katz ji bo konferansa tûrîzmê ya ku wê di 27-28ê Êlûnê de, ya Neteweyên Yekgirtî ku wê li Riyadê bibe, çû Erebistanê. Di her dû rojên konferansê de wê hemkarên xwe yên dinyayê re bi taybetî bi yên Rojhilata Navîn re hevdîtinan bike.