
PeyamaKurd – Çapemeniya Fînlandiyayê îro nûçeyekî belav kir û binkeya nûçeya xwe bir ser ajansa Fînlandiyayê ya bi navê STT ê. Li gor SST ê; Heyeta Polîsê Netewî yê Fînlandiyayê ragihandiye ku şewitandina pirtûkên pîroz, wê wek sûcekî ku ‘dikarin ceza bidinê’ rave kiriye. Her kî bêrêziyê ji pirtûkên pîroz re bike wê karibin ceza bidinê.
Wezîfedarê asayîşa polîs yê Fînlandiyayê Vesa Pihajoki mijara şewitandina Quanê weha ragihandiye:
“Eger hatibûya plankirin ku wê Quranê bişwetînin anku ji polîs re di wexta îznê de bigotina, wê polîs di serî de îznê neda kesê ku xwepêşandanê amade kiriye. Eger kiryar di wexta xwepêşandanê de an dema bala polîs bikşîne de bibe, wê polîs mudaxele bike.”
Di nûçeyê de her weha hat gotin ku di hûqûqa Fînlandiya de bi eksa dewletên din yên Îskandinavya ‘aştiya olî’ tê parastin û kesê îhlalê bike wê bê cezakirin.