PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji çapemeniya Alman hatin ragihandin, li ser alîkariya leşkerî ya Amerîkayê ya ji bo Ukraynayê dewam dike ku bi şert û mercên tanqên Leopard ên ku Almanya dê bide artêşa Kievê, ji aliyê rêveberiya Joe Biden ve rastî bertekan hatiye.
Li gorî medyaya Almanî, di derbarê piştgiriya leşkerî ya ku dê ji bo Kievê bê dayîn de li baregeha asîmanî ya Ramstein a Amerîkî ya li Almanyayê, Ukrayna jî di nav de wezîrên berevaniya zêdetirî 50 welatan, piştî ji civîna Koma Pêwendiyên bi Ukraynayê biryara bidestxistina tanqên Leopard ên Almanyayê derneketiye, Washington, ji ber ku tanqan nedane, ji Serokwezîrê Almanyayê Olaf Schols hêrs bûye.
Hêrsa rêveberiya Amerîkayê ya li hember Serokwezîrê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Olaf Scholz ku bertek nîşanî zextên li Almanyayê yên ji bo zêdekirina çekan a ji bo Kievê, di çapemeniyê deng veda.
Rêveberiya Joe Biden, li Scholz gelek hêrs bûye!
Li gorî nûçeya Suddeutsche Zeitung (SZ) a bi sernavê "Amerîka ji Scholz gelek hêrs bûye" rewşa ku Olaf Scholz di nîqaşa dayîna tanqên Leopard 2 ya ji bo Ukraynayê ketiye nav, di rêveberiya Joe Biden de rastî bertekên tund hatiye.”
Her wiha li gorî çapemeniya Alman, tekezî li ser wê yekê hat kirin ku Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin, ji derdorên hikûmeta Amerîkayê re ragihandiye ku hevdîtinên ku wî li Berlînê kirine, "bi zext û germ bûne.”