image

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Bûlgaristanê Dimitar Stoyanov ragihand ku Bûlgaristan difikire ji Tirkiyê balafirên bê ajotvan yên Bayraktar TB2 SİHA bikire. Lê her weha li ber Bûlgaristanê bijarteyên din jî hene.

Wezîrê bergiriyê yê Bûlgaristanê Dimitar Stoyanov ragihand ku bi hilberînerê SİHA yan bi Bayraktar re civînekî pêkanîne. Terefê şîrketa Tirkiyê ya Baykarê agahiyan daye Bûlgaristanê, derfetê daye şîrketên Bûlgaristanê ku bi wan re bixebite lê hêj zûye ku li ser proje biaxifin.

Stoyanov got ku Amerîka di hilberîna SİHA yan de di dinyayê de lîdere û projeya wan hêj di asta lêkolîna bazarê de ye. Li gor ragihandina çapemeniya Bûlgaristanê; Stoyanov ragihandiye ku artêşa Bûlgaristanê wê heya sala 2026an di çarçoveya plana nûhkirina artêşê de, SİHA wê bêkirîn û budça balafiran wê di navbera 250-300 mîlyon Euro de be.