image

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê James Cleverly diyar kir ku ew ê alîkariyên xwe yên leşkerî yên ji bo artêşa Ukraynayê berdewam bikin. Cleverly da zanîn ku alîkariya Ukraynayê ya çekdarkirinê, rêya herî bilez a pêkanîna aştiyê ye.

Li gorî nûçeya Reutersê, Wezîr Cleverly, beriya serdana xwe ya ku dê roja sêşemê ji bo Maltayê ku di destpêka vê mehê de serokatiya Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kir, bike; gotarek ji bo rojnameya Times of Malta nivîsî.

Têkildarî şer û alîkariya leşkerî ya Ukraynayê, Wezîr Cleverly di vê gotarê de nivîsand ku "Wekî hemû desthilatdarên otorîter, (Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir) Putin jî tenê bersiva hêza dijberên xwe dide."

Wekî din, James Cleverly diyar kir ku ew kêfxweş e ku Almanya û Amerîka di şandina tanqan de ji bo Ukraynayê tevlî Brîtanyayê dibin û wiha nivîsand:

 "Dayîna amûrên ku ji Ukrayna re hewce dikin ku kar pê biqede, reya herî bilez e û rasteqîn a aştiyê ye."