image

PeyamaKurd- Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell, bi rêya daxuyaniyekê diyar kir qabiliyeta wan a ji bo rewşên xeternak tuneye.

Josep Borrell, di konferansa salane ya Ajansa Parastinê ya Ewropî de axivî û bal kişand ser rewşa ji ber şerê navbera Rusya û Ukraynayê. Borrell di axaftina xwe de li ser hêza YEyê axivî û ev hûrgilî parve kirin:

"Me fêm kir ku stoqên me yên leşkerî bi lez kêm dibin. Ev jî ji ber vê yekê ye ku me bi salan di warê parastinê de veberhênan kêm kirine. Alîkariya ku me ji Ukraynayê re kir, bû sedem ku stoqên me bi lez kêm bibin. Me jî fêm kir ku derfeta me ya xeternak tuneye. Ji bo parastina xwe, derfetên me yên ku em ji bo xwe parastinê hewce dikin tunene." 

Josep Borrell diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê amade ye zêdekirina hilberîna çek û cebilxaneyan fînanse bike da ku stoqên welatên endam tijî bike û got,

"Em niha dikevin qonaxeke nû. Em digihîjin pîşesaziya parastinê û ji pargîdaniyên têkildar kapasîteya hilberînê dipirsin. Niha em ji kapasîteya pîşesaziyê dipirsin. Em ji pîşesaziya parastinê dipirsin ka çiqas e, ka dikarin hilberînê bikin? Ji ber ku divê em alîkariya pîşesaziya parastinê bikin ku kapasîteya xwe ya hilberînê zêde bikin.