PeyamaKurd- Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Boris Johnson, beriya êrîşa Rusyayê ya li dijî Ukraynayê, ragihand ku di pêwendiyeke telefonî de Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, bi êrîşa moşekî gef lê xwariye.
Îdiya di navbera Vladimir Putin û Boris Johnson de di belgefîlmeke BBCyê de derket ku têkiliyên Putin ên bi serokên cîhanê re vedikole.
Johnson hişyarî da Putin ku dagirkirina Ukraynayê dê bibe sedema sizayên rojavayî û zêdekirina leşkerên NATOyê ya li ser sînorên Rusyayê.
Her wiha diyar kir ku wî hewil da ku êrîşê bisekine û ji Putin re gotiye ku Ukrayna dê "di pêşerojek nêzîk de" nekeve NATOyê.
Johnson bal kişand ser wê yekê ku Putin bersiveke neyînî daye banga Britanyayê û wiha got:
"Putin, carekê gef li min xwar û bi dilşadî got, 'Boris, ez naxwazim zirarê bidim te, lê bi moşekê tenê xulekek bes e.”
Hat destnîşankirin ku Wallace bi temînatan derket ku Rusya dê Ukraynayê dagir neke, lê herdu aliyan jî dizanibûn ku ew derew e.
Wallace ku wê wekî zordestî yan nîşandana hêzê pênase kir, li ser hevdîtina xwe ya bi Rusyayê re got,
"Ez ê ji te re derewan bikim, tu jî dizanî ez ê ji te re derewan bikim û ez dizanim ku tu dizanî ez derewan dikim lê belê ez ê dîsa jî derewan bikim. Ez nafikirim ku ev yek bi nîşandana hêzê ve girêdayî ye.”