image

PeyamaKurd – Şewirmendê Ewlehiya Niştimanî yê berê li Koşka Spî ya Amerîkayê John Bolton, agirbesta Îsraîlê ya bi Hemasê re, wekî lihevkirineke xirab bi nav kir û got, “Hemas bi gelê Îsraîl û Amerîkayê re lîstika şerê derûnî dilîze.”

Bolton, beriya bi demeke kurt a destpêkirina agirbesta 4 rojî di hevpeyvînekê de diyar kir ku lihevkirineke xirab hatiye kirin û ev rewş ji bo malbatên dîlên di destê Hemasê de dilweşat e, lê li aliyekî jî Îsraîl dûrî misyona xwe ya tunekirina Hemasê dibe.

John Bolton destnîşan kir, Hemas dê hewl bide bi rêya vê agirbesta demkî moral û biryardariya artêşa Îsraîlê têk bide û veguherîne agirbesteke mayînde ku ev jî dê fêdê bide Hemasê.

Herwiha Bolton da xuyakirin ku ew bawer nake di qonaxa yekem de Hemas di van hewldanên xwe de bi ser bikeve, lê hewl dide berpirsiyariyê bavêje ser aliyê hêzên îsraîlî û wan lawaz bike.