image

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken li ser rakêşiya leşkerî ya li herêma Donbasê ku artêşên Ukrayna û Rûsyayê hatine hemberî hev, hişyarî da Rûsyayê.

Blînken di hevpeyvîneke ligel televizyona NBC de, li ser rageşiya navbera Ûkrayna û Rûsyayê hişyarî da û got, ji ber tevgera leşkerî ya Rûsyayê fikarên wan ên kûr hene û diyar kir, "Serok Joe Biden di vê mijarê de zelal e. Heger Rûsya bi awayekî êrîşkarî û bêhizirîn tevbigere, wê bedel û encamên wê hebin.”

Wezîrê Amerîkî herwiha da zanîn ku ew li ser krîza li herêmê bi hevbeş û hevalbendên xwe yên Ewropayê re di nav hevkarî û danûstandineke nêzîk de ne.