image

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden li New Yorkê bi serokwezîrê Awûstralyayê re civiya. Biden bi sedema civîna giştî ya 76 em ya Neteweyên Yekgirtî li New Yorkê bi serokwezîrê Awûstralyayê Scott Morrison re civînekî pêkanî. Koşka Sipî ragihand ku her dû lîder li otêla ku Biden lê dimîne hevdîtin kirine.

Koşka Sipî ragihand ku her dû lîder bi sedema salvegera 70 em têkiliyên her dû dewletan, pîroz kirine û weha got:

“Biden û Morrison li ser bingeha qiymetên hevpar û berjewendiyan, sozên ku ji bo herêma Hind-Pasîfîkê dane hev dubare kirine û behsa girîngiya hevpar ya dinyayê û li ser xebata bi hevre ya ortaxan ya hevpar lihev kirine.”

Di daxwuyaniyê de behsa rola temamê havparên Yekîtiya Awrûpayê û NATO yê ya krîktîk ya li herêma Hind-Pasîfîkê kirine û weha dewam dike:

“Serok Biden û serokwezîr Morrison ji bo zexmkirina aboriyên me ji bo pêngavan bavêjin, soz dane hev.”

Civîna her dû lîderan ket piştî betalkirina peymana di navbera Fransa û Awûstralyayê ku zerarekî mezin dan aboriya Fransayê.