image

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden di civîna giştî ya Neteweyên Yekgirtî de axifî û got; wê 10 salên pêşiya me ji bo mirovahiyê bibe salên krîtîk û wê rêvebiriya wî ji bo mafê temamê gelan bixebite. Biden weha got:

“Em ne li pey dinya ya ku bûye blok an ne li pey şerê sarin. Ez dubare dikim em ne li pey vêya ne. Me li Afxanistanê dawî li şerê 20 salan anî.

Yekîtiya Awrûpayê ortaxê me yê gelek girînge. Em di formên navdewletî de, car din vegeriyan ser masê.”

Biden li ser mijara Îranê ji bo Îran nebe xwediyê sîlihên nukleerî, çi soz daye wê bicîh bîne û ji bo dagerin ser peymana berê xebatên xwe yên dîplomatîk dê bimeşîne.

Biden got ku desteka wan ji bo dewletekî Cihûyan ya serbixwe tame lê li cem wê, divê dewletekî Fîlîstînê hebe û çare dibe çareseriya bi 2 dewletan.