image

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, li ser lutkeya 16ê Hezîranê li Cenevê ya di navbera Rûsya û Amerîkayê de daxuyaniyên girîng dan.

 Serokên Rûsya û Amerîkayê piştî Lutkeya NATO ya 14ê Hezîranê ku li Brukselê li dar dikeve, 16ê Hezîranê yekem hevdîtina rûbirû dikin.

Biden derbarê hevdîtina dahatu de di gotareke li ser Wahsington Postê hatiye weşandin de dibêje, Amerîka li şûna şer û aloziyan dixwaze pêwendiyên bi îstiqrar ligel Rûsyayê pêk bîne.

Herwiha Biden gotiye, heger gefxwarina Rûsyayê li ser ewlehiya Ewropayê berdewam be jî ew amade ne bersiva êrîşkariyên Rûsyayê yên li hember şirîk, hevpeyman û dostên xwe bidin.

Biden diyar kiriye ku ew dixwazin di warê biryara peymana qedexekirina çekên stratejîk (START-3) de, ligel Rûsyayê kar bikin û têkiliyên pêşbînîkirî deynin.