image

PeyamaKurd – Rêxistina terefdarê şiddetê Eş Şebab bi 2 erebeyên bombekirî û bi sîlihan êrîşê birin ser otelekî bi navê Hayat ya li payîtexta Somaliyê ya Magadîşûyê. Di dema êrîşê de dengê teqînan hatiye û hinek wezîfedarên ewlehiyê birîndar bûne. Rêyên ku diçin otêlê, ji aliyê hêzên asayîşê de, bi temamî hatine girtin û ji devera otêlê dûman bilind dibe.

Polîsekî ji bo ajansa Reutersê ragihandiye ku bi 2 alavên bombekirî êrîşê otêla hayatê kirine, erebeyekî nêzî otêlê li baryeran ketiye, teqiyaye û ya dinê li ber derê otêlê teqiyaye. Polîs, di wê baweriyê de ye ku çekdarên Eş Şebabê ketine nav otêlê.

Damezrênerê xizmetên ambûlansê ya bi navê ‘Aamin’ ku Abdulkadir Abdulrahman e, ragihandiye ku heya niha ji otêlê 9 birîndaran birine nexweşxanê.

Heya niha di derbarê bûyerê de ti ragihandin nehatiye kirin tenê ajansa fermî ya dewletê ragihandiye ku polîs ji bo êrîşê bide sekinandin operasyonan dike.