image

PeyamaKurd – Li Afxanistanê li payîtext Kabîlê di wexta limêja muxirbê de bi bombeyê li Mizgefta Siddiq xistin. Di mijara kuştî û birîndaran de ragihandinekî fermî nehat kirin.

Nexweşxana Îtalyan Emergency ragihandiye ku di encama êrîşê de 5 zarok bi temamî 27 birîndaran birine nexweşxana Îtalî. Nexweşxane di derbarê miriyan de tiştekî negotiye.

Li aliyê hat ragihandin ku di êrîşê de serpereştê ayînî Mawlawî Amîr Muhammed Kabûlî di hedefa wan de bûye da bikujin.