image

PeyamaKurd – Rayedarê Amerîkî diyar kir ku wan êrîşa li dijî baregeha hewayî ya bêmirov a li Kerkûkê û di encamê de 5 endamên Heşda Şeibî yên Iraqê jiyana xwe ji dest dane, "ji bo xweparastinê" kirine.

Rayedarekî leşkerî yê Amerîkayê ku nexwest navê xwe eşkere bike, di daxuyaniya xwe ya ji bo France Pressê de diyar kir, li dijî metirsiya komên li Iraqê, li dijî cihê avêtina balafirên bêmirov ên hewayî "êrîşa xweparastinê" hatiye kirin.

Rayedar eşkere kir, di encama êrîşeke hewayî ya li ser bajarê Kerkûkê de herî kêm 5 endamên Heşda Şeibî yên ku Îran piştgiriya wan dike hatin kuştin.

Herwihja rayedar diyar kir, Heşda Şeibî ku hevalbenda komên Îran piştgiriya wan dike û bûne beşek ji hêzên fermî, di êrîşa hewayî de hatiye hedefgirtin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, di daxuyaniya nivîskî ya Berxwedana Serdemê ya li Iraqê de hat ragihandin, di êrîşa Amerîkayê de 5 kesên girêdayî wê rêxistinê hatine kuştin. Hate tekezkirin ku heta hêzên Amerîkayê ji welêt dernekevin, êrîşên li dijî hedefên Amerîkayê wê dewam bikin.

Hêzên Amerîkayê ji 17ê Cotmehê heta niha 70 caran, li Iraqê 32 û li Sûriyê jî 34 caran rastî êrîşên komên çekdar hatine. Li gorî Pentagonê, di van êrîşan de 62 leşkerên Amerîkî birîndar bûne.