image

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê Patrick Ryder ragihand ku ji roja 23yê Mijdarê ve li Iraq û Suriyê komên milîsên çekdarên Îranê êrîşî baregehên Amerîka û hêzên hevpeymaniyê nekirine.

Ryder got, hebûna hêzên Amerîka ya li Iraqê li ser daxwaza hikûmeta Iraqê ye û diyar kir, ger li herêmê êrîşî hêzên wan bikin, ew dê ji bo xwe parastinê bersiva êrîşan bidin.

Patrick Ryder eşkere kir, ji bo parastina hêzên xwe wan sîstema parastinê ya Patriot li herêmê bi cih kiriye û ew ê sîstemên din ên parastinê jî bişînin.

Hêjayî gotinê ye, ji roja 17ê Cotmeha 2023yan ve 62 caran bi moşek û dronên bombekirî êrîş li ser bargehên Amerîka yên li Iraq, Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê hatibûn kirin. 29 êrîş li Iraqê û 33 êrîş jî li Rojavayê Kurdistanê hatibûn kirin. Di wan êrîşan de gelek leşkerên Amerîkî birîndar bûbûn.