
PeyamaKurd - Serokê Hevpeymaniya Nasr a Iraqê û Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî got, Sedr rêyek ji xwe re hilbijartiye, her çend nêrîna wî heye ji bo çaksaziya rewşa navxweyî ya welat, lê bi tenê nikare wê yekê bike.
Heyder Ebadî daye xuyakirin: "Zehmet e ku proseya siyasî bêyî Sedr birêve biçe, lê wî tu rê ji têgihîştinê re nehişt û endamên wî vekişiyan. Me digot qey ew karteke zextê ye, lê wî israr kir û nexwest bi çarçoveya hemahengiyê re hevkariyê bike. Ji ber wê jî beşdarî hilbijartinên encumena parêzgehan nebû.’’
Hêjayî gotinê ye, 27ê Cotmeha 2022yan Parlamentoya Iraqê bi amadebûna 253 parlamenteran bawerî dabû kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî û Tevgera Sedr jî ji pêvajoya siyasî ya Iraqê vekişiyabû.
Sadr gotibû ku ew dixwaze çalakiyên tevgera xwe ji bilî nimêja înê û komîteyên çandî bi kêmî ve salekê rawestîne da ku bêgunehiya xwe li ber Xwedê û bavê xwe îspat bike.