PeyamaKurd – Piştî şewitandina Qurana Pîroz li Swêdê, Amerîkayê hişyariya xwe ya ewlehiyê ya li hemberî êrîşên muhtemel ên tolhildanê yên li Tirkiyeyê nû kir.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqereyê welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê ji bo "êrîşên terorîstî yên muhtemel" hişyar kir.
Di daxuyaniya hat dayîn de hişyariya seyahetê ya di 27ê Çileyê de hat weşandin de hat nûkirin û hat diyarkirin, "Hikûmeta Amerîkayê hemwelatiyên xwe ji êrîşên îhtîmala tolhildanê yên terorîstan ên li ser dêr, sînegog, nûnertiyên dîplomatîk ên li Stenbolê, an jî cihên din ên ku rojavayiyan lê digerin, bi taybetî herêmên Beyoglu, Galata, Taksîm û Îstîklalê hişyar dike. Rayedarên Tirkiyeyê li ser mijarê lêkolînê dikin."
Di hişyariyê de hat xwestin ku "li cihên ku Rojavayî lê zêde dibin hişyar bin, ji cihên qelebalix dûr bisekinin, balê nekşînin û ji bo hişyariyê medyaya herêmî bişopînin."
Piştî çalakiya şewitandina Qurana Pîroz a li Swêdê, ji Amerîka, Almanya, Belçîka, Fransa, Belçîka, Spanya, Swêd û Îtalyayê hişyariya seferê li dijî Tirkiyeyê hat dayîn.
Piştî hişyariyên seferê yên ji bo Tirkiyeyê, Enqereyê bertek nîşan da û li hemberî van welatan hişyariya seferê da.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê de bal hat kişandin ser "Êrîşên li ijî biyaniyan û nîjadperestî" û "bêtehemûliya olî."