image

PeyamaKurd- Balyozxaneya Moskowê ya Amerîkayê, bang li welatiyên xwe yên Rusyayê kir ku demildest vegerin. Di banga hat kirin de jî biryara seferberiya beşkî ya Rusyayê hat bibîrxistin.

Di banga ku ji aliyê Balyozxaneya Moskowê ya Amerîkayê ve hat kirin de hat diyarkirin ku ew kesên Amerîkayî ku welatiyên Rusyayê ne, dibe ku ji bo seferberiyê bangî wan jî bê kirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku ger rewşeke wiha çêbibe, dê Amerîka nikaribe alîkariya wan hemwelatiyên xwe bike.

Li ser veqetîna welatiyan a ji Rusyayê jî agahî hat dayîn û hat gotin ku kesên bixwazin Rusyayê biterikînin, divê bi lez û bez karê veqetînê bikin û hîn ku derfet û vebijêrkên sînorkirî yên rêwîtiyê hene, divê welatî demildest Rusyayê biterikînin.