image

PeyamaKurd – Amerîka û Neteweyên Yekgirtî li bakûrê Etiyopyayê li eyaleta Tigrayê alîkariya ku didan birîn û piştî wê hat ragihandin ku 1300 kes ji birçîna mirin. Li gor lêkolîna hevpar ya Enstîtuya Lêkolînên Tenduristiyê ya Tigrayê, wezareta tenduristiyê û zankoya Mekelleyê, piştî peymana aştiyê temam bû ku di meha 11an ya 2022an de bû û heya niha, ji ber birsê 1329 kes mirine.

UNWFP û USAID li ser mijara xidayên ku dişandin Etûyopyayê dihatin dizîn, di meha Gulanê de alîkariya xwe birîbûn.

Hukumeta Federal ya Etiyopyayê di meha 11an ya sala 2022an de bi rêxistina Cepha Rizgariya Gel ya Tigrayê (TPLF) re peyama aştiyê îmze kiribû û di pey peymanê de rêvebiriya herêmê ketibû destê TPLF û rêxistin dest ji çekên xwe berdabû.