image

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Blinken û wezîrê karên derve yê Çînê Wang Yi, li ser rewşa Taywanê û şerê navbera Rûsya-Ûkraynayê axifîn. Li gor ragihandina berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Ned Price; hevdîtina her dû wezîran di çarçoveya civîna giştî ya Neteweyên Yekgitî de, li Nêw Yorkê çêbûye. Price weha got:

“Wezîr Blinken di wexta gengeşeyan de, li ser pêdiviya ku rêyên danûsitendina her dû dewletan vekirî bimînin, birêvebirina welatên Amnerîka û Çînê divê bi berpirsiyarî bimeşînin û pêdivî pê heye. Blinken ji bo hemkarê xwe yê Çînê gotiye ku siyaseta Çînê demekî dirêje yekalî dimeşe û wê Amerîka di Buhira Taywanê de aştiyê û îstîqrarê biparêze. Blinken ragihandiye ku ji bo parastina aramî û ewlehiya herêmê, Buhira Taywanê gelek girîng e. Wezîr, şerê Rûsyayê yê li hemberê Ûkraynayê şermezar kiriye û eger Çîn destekê bide welatê Rûsya ku Ukraynayê îşxal kiriye, wê encama wê jî hebe.”

Hevdîtina Blinken û Wang ket wextekî wisa ku serokê Amerîkayê Biden di bernama televîzyonekî de gotibû; eger Çîn êrîşê Taywanê bike, şandina leşkeran di nav de, wê her cûre destekê bide Taywanê.

Lê nehat ragihandin bê wezîrê karên derve yê Çînê ji bo Blinken çi bersivan daye an di mijarê de çi gotiye.