
PeyamaKurd – Berpirsê wezareta karên derve yê Amerîkayê yê ku ji têkiliyên Sûriyê, Urdun û Lubnanê berpirse Ethan Goldrich ragihand ku destekê didin xwepêşandanên li Sûriyê. Amerîka, digel xwepêşandanên li bajarê Suveydayê, destekê dide azadiya îfadeyên li Sûriyê jî.
Cîgirê musteşar Ethan Goldrich, bi lîderê rûhanî yê Durziyan bi Şêx Hikmet el-Hecari re hevdîtin kir û got ku destekê didin çalakiyên li Suveydayê. Balyozxana Amerîka ya Sûriyê, di ser hesabê xwe yê medya civakî X ê de belav kir ku Goldrich bi Hacarî re hevdîtin kiriye.
Di parvekirinê de hat gotin ku Goldrich, ji Hacari re gotiye; xwepêşandanên aştiyane yên li Suveydayê di nav de, desteka xwe ji bo çalakiyan ragihandiye. Balyozxane weha dewam dike:
“Ji bo Sûriyekî adil û yekgirtî dubare bang dikin ku em çareseriya siyasî ya konseya ewlehiyê ya NY ya jimare 2254 qebûl bikin.”
Şam, di 16ê Tebaxê de biryarê dabû ku bihayê petrolê li Sûriyê zêde bike û li ser zêdekirina bihayê benzîn û mazotê li bajarên weke Dêra û Suveydayê xwepêşandan destpêkiribûn. Li Suveydayê xelk îstîfa Beşar Esed dixwaze.