image

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Berevaniya Amerîkayê ve hat ragihandin ku hîn jî xetereya rêxistina terorî ya IŞÎDê berdewam e û ji ber vê yekê jî ew ê piştgiriya xwe ya ji bo hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge berdewam bikin.

Alîkara Wezîrê Berpirsê Ewlehiya Navneteweyî Celeste Wallander, serdana xwe ya hefteya borî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê, bi rêya raportekê nirxand.

Di raporta hat belavkirin de hat diyarkirin ku hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge, qadeke ji 50 kîlometiran zêdetir ji destên IŞÎDê derxistine û 4 milyon û 500 hezar kesan jî ji destên IŞÎDê rizgar kirine.

Ji aliyê Celeste Wallander ve hat destnîşankirin ku Herêma Kurdistanê û Amerîka, di çarçoveya hedefên hevpar ên aramî û sekaniyê de bi deh salan e bi hev re dixebitin.

Di dirêjahiya raportê de qala piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Pêşmerge jî hat kirin û hat ragihandin ku dê piştgiriya wan a ji bo Pêşmerge berdewam be.

Di dema hevdîtinên ku di serdana Celeste Wallander de hatibûn kirin de ligel Wezareta Pêşmerge, peymaneke xebata pêk ve ya 4 salan hatibû destnîşankirin.