image

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Amerîkayê Pentagonê ragihand ku Amerîka dewriyên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê yên bi HSDê re, bi sedema operasyonên Tirkiyê yên ser HSDê dewam dikin, kêm kirine. Berdevkê Pentagonê tûxgeneral Patrick Ryder, di civîna çapemeniyê ya rojane de ragişhand ku ew endîşeyên Tirkiyê fêm dikin lê ji operasyona artêşa Tirkiyê ya ser Rojava bi endîşe ne.

Li ser pirsa têkoşîna bi DEAŞ ê re ku wê operasyon dewam bikin an na de, Ryder got ku; têkoşîna wan bi DEAŞ ê re dewam dike lê jimara dewriyeyên li sehayê kêm kirine.

Ryder got ku Amerîka leşkerên xwe ji Sûriyê venekişandine û bi Tirkiyê re di nav têkiliyan de ne. Ryder weha got:

“Wê wezîr Austin di nêz de bi hemkarê xwe yê Tirkiyê bi wezîrê bergiriyê bi Hulusi Akar re biaxife.”