image

PeyamaKurd – Dewleta Amerîkayê ji 7ê Cotmehê heya niha ji Îsraîlê re bi 200 balafirên kargoyê, ji 10 hezar tonî zêdetir techîzatên leşkerî şandiye. Ragihandina mijarê ji terefê wezareta bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) de hat kirin.

Di nav alavên ku Amerîkayê şandiye Îsraîlê de, alavên zirxî, çek, ekîpmanên parastina şexsî, alavên tenduristiyê, muhîmmat û gelek alavên din yên zêde hene.

Li Amerîkayê partiya demokrat ji bo Îsraîlê û Ûkraynayê paketa bi miqdarê 111 milyar dolarî ya bergiriya netewî pêşkêşî Sanatoyê kiribû. Di paketê de 10,6 milyar dolar ji bo Îsraîlêye ku 4 milyar dolarê wî ji bo kirîna fuzeyan û zêdekirina şiyanên bergiriyê ye. 1,5 milyar dolar jî ji bo pêşdebirina sîstema bergiriya hewayî ye.