image

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Almanyayê, ji ber destwerdana tund a hêzên Îranê û kuştina xwepêşanderan, bang li balyozê Komara Îslamiya  Îranê yê li bajarê Berlînê kir.

Berdevkê Wezareta Derve yê Almanyayê Christopher Burger, ragihand ku wan îro 26ê Îlonê, bi sedema destwerdana tund a hêzên rejîma Îranê li ser xwepêşananên berdewam û ji bo zextê li ser rejîma Îranê bikin ji bo hişyarkirinê bang li balyozê Îranê kiriye.

Burger ji bo diyarkirina helwesta dijî Îranê jî got: “Em dê hemû bijardeyan digel welatên din ên Yekîtiya Ewropayê gengeşe bikin”.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz jî çend berê kuştina Jîna Emînî ji aliyê polîsê rejîma Îranê ve wekî kiryareke “hovane” bi nav kiribû.