image

PeyamaKurd- Serokwezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, daxuyaniyek da û ragihand ku NATO, bingeha berevaniyê ye û di heman demê de jî deriyekî vekirî yê tifaqê ye.

Serokwezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, beriya civîna ku li paytexta Berlînê ya Almanyayê, bi Wezîrên Karên Derve yên NATOyê re hat lidarxistin, daxuyaniyek da rojnamegeran. Baerbock di daxuyaniyê de ragihand ku di rewşa heyî de pêdiviya her kesên ku li Ewropayê ne, bi ewlehiyê heye. Di vê pêvajoyê de NATO, ji bo hevkarên xwe yên ku pêdiviya wan bi ewlehiyê heye, deriyên xwe vekirî hiştine. Baerbock bi berdewamî got ku NATO, tifaqeke li ser berevaniyê ye û dê her dem jî wisa bimîne.

Annalena Baerbock, li ser pêvajoya endamtiya Swêd û Finlandiyayê jî axivî û got, “Almanya di vê pêvajoyê de endamtiya van welatan wisa bi lezgînî erê nake. Di vê mijarê de niha bi hemû partiyên demokratîk ên Almanyayê re hevdîtin tên kirin.”