image

PeyamaKurd – Li payîtexta Danîmarka li Kopenhagê bi mazûrvaniya Danîmarka, Îngîltere û Ûkraynayê konferansa bexşandinê hat lidarxistin û 26 dewlet soza alîkariya leşkerî ya bi miqdarê bi 1,55 mîlyar dolarî dan.

Bi tevlîbûna wezîrê bergiriyê yê Ûkraynayê Oleksii Reznikov, wezîrê Îngîltere yê bergiriyê Ben Wallace û wezîrê Danîmarka yê bergiriyê Morton Bodskov, wezîrên tevlî konferansê bûn soz dan ku wê bi alîkariya darayî re sîstemên sîlihan, perwerda leşkerî, sîstema roketên pirlûle dê bexş bikin. Wezîrê bergiriyê yê Danîmarka Morten Bodskov weha got:

“26 welatên Rojava ji bo şiyanên leşkerî yên Ûkraynayê li hemberê Rûsyayê zêde bikin, sozan dan ku bi miqdarê 1,55 mîlyar dolarî alîkarî bikin. Danîmarka wê 113 mîlyon dolarî jî zêde bide. Ev şer, şerekî li hemberê ku qedr û qiymetên Awrûpa û dinya azad li serê hatiye avakirine.

Em soza xwe ya desteka Ûkraynayê dubare dikin. Em ê xeyalên xelkê Ûkraynayê neşkênin. Polonya, Slovakya û Çekya dixwazin sîstema topan, muhîmmat û techîzadên din yên leşkerî hildiberînin û dixwazin li Ûkraynayê hilberîna xwe fireh bikin û wê îşaretê dane.”