image

PeyamaKurd – Bi sedema hatina sersala nû ya Myanmarê, di çarçoveya pîrozbahiyên Thingyanê de, hukumeta leşkerî ya ku niha desthilatê Myanmarê ye, 23 hezar kesan serbest berda. Generalê ku dest daniye ser Myanmarê General Min Aung Hlaing bi awayekî nivîskî mijarê weha ragihand:

“Di rojên pêşiya me de ji girtiyan 137 kesên biyanî ku em ê wan derxin derveyê welat û bi temamî 23.047 kes ketin ber efûyê. Me di cezayên hinek girtiyan de cezayên wan daxist.”

Nehat ragihandin bê ew rêvebirên sîvîl yên hukumeta sîvîl wê bên berdan an na.