
PeyamaKurd – Piştî 10 salên şerê navxweyî û krîza deshilatê li Sûriyê êdî hêdî hêdî welatên Erebî mayîna rejîma Sûriyê û Beşar Esed razî dibin û têkiliyên xwe ji nû ve li ber çavan derbas dikin.
Rojnameya El-Ereb li ser mijarê daye zanîn, “Piştî 10 salan, ji rewşa heyî xuya dibe ku hikumeta Şamê wê li ser desthilatê bimîne. Ji ber wê jî gelek dewletên Ereb, di serî de Urdin, di çarçoveya çareserkirina rewşa herêmê de ku bi başkirina têkiliyan bi Şamê re bi dawî dibe, pêwendiyên xwe yên bi Sûriyê re baş kirin.”
Li gorî şîroveyên pisporên cîhana Erebî başkirina pêwendiyên welatên cîran bi rejîma Esed re, gaveke pêşîn e ku rêveberiya Şamê ji nû ve li ser asta navdewletî were naskirin.
Şah Abdullah El-Sanî bi destûr û erêkirina Amerîka û Rûsyayê piştî deh salan bi Esed re pêwendî danî û wekî gava destpêkê jî derîyên sînoran ji bo çûnûhatin û bazirganiyê ligel Sûriyê vekirin.
Ev yek wekî pêngaveke ji nû ve li qada navdewletî naskirina rêveberiya Şamê tê dîtin were naskirin, dan û standinên komîteya destûrê li Cinêvê piştî 5 geran bê encam man.
Koşka Urdinê bi fermî ragihandibû ku serokomarê Sûriyê bi Şah Abdullah El-Sanî re bi rêya telefonê axiviye û ev pêwendî piştî 10 salan yekem pêwendiyeke rasterast e.
Herwiha Serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî jî wê di çend rojên bê de bi hempîşeyê xwe yê Sûriyê re geşedanên li herêmê gotûbêj bike.
Li gorî nirxandinên pisporan, divê Sûriyê fêm bike ku Urdin dergehê wê yê ber bi civaka navdewletî û erebî ve ye û dê bi rêya Umanê rêveberiya Şamê ji nû ve were naskirin.
Bi nêrîna Urdinê, gihandina alîkariya ji Sûriyê re wê alîkariya herêmê û Urdinê bi taybet bike, ji ber ku girtina dergehên bazirganiyê yên bi Şamê re, di aloziyeke aborî re derbas dibe.
Li gorî belgeyeke veşartî ya urdinî ku derketiye holê Şahê Urdinê bi serokê Amerîkayê Joe Biden û yê Rûsyayê Valdimîr Pûtîn re rêbazeke din a danûstandina bi Şamê re gotûbêj kiriye û ev rêbaza behsa wê tê kirin jî siyaseta hilweşandin û guhertina rejîma Sûriyê tê de nîne.
Tê diyarkirin, Urdin bi vê hemleyê banga avêtina gavan dike ku helwesta dijî rejîma Şamê hêdî hêdî were guhertin, heta bigihêje asta ku hemû hêzên biyanî yên ji destpêka aloziya Sûriyê ve di nav Sûriyê de ne, jê vekişin.
Li gorî nirxandinan niha Urdin wekî destpêka rewakirin û nasandina rêveberiya Şamê gavan davêje, ew gavên têne avêtin jî bi şêwr û agahdariya her du welatên aktorên sereke yên Sûriyê, Amerî ka û Rûsyayê pêk tên.