image

PeyamaKurd – Girêbesta navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û kompaniya Amerîkî ya nêzîkî Koşka Spî Delta Crescent Energy karvedaneke mezin li medya û raya giştî ya cîhanê çêkir ku ev hefteyek e li ser nirxandin û şîrove têne kirin.

Li gorî nirxandin û analîzên medya cîhanî ku li ser girêbesta navbera HSD û kompaniya petrolê ya Amerîkî têne kirin, sedema ku heta niha Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bêdeng maye, ew e ku naxwaze bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bikeve gengeşîyekê û têkiliyên xwe xira bike.

Li gorî nûçeyeke Arab Newsê Erdogan baş têdigihe ku bê Trump çiqas girîngiyê dide petrolê û lewma jî ji bo têkiliyên xwe yên bi Washingtonê re nexe xeterê niha bêdeng dimîne.

'Amerîka qada petrolê ya jêr kontrola HSDê berfirehtir dike'

Hefteya borî kompaniya Amerîkî Delta Crescent Energy û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) girêbesteke petrolê îmze kiribûn û ev agahî jî medya Amerîkî belav kiribû ku piştî pêwendiya senator Lindsey Graham ê nêzîkî Trump bi Mezlûm Ebdî re nûçe hatibû belavkirin.

Bi vê girêbestê re Amerîka destûrê dide çêkirina parzûngehên petrolê û berfirehkirina qadên petrolê yên di bin kontrola HSDê de ku ev yek herwiha wekî helwesteke siyasî û pênasekirina Rêveberiya Rojava jî tê nirxandin.

“Koşka Spî jî piştgiriyê dide rêkeftina petrolê”

Li gorî belavkirina nûçeya hevdîtina Senator Lindsey Graham û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî tê fikirîn ku Koşka Spî jî piştgiriyê dide girêbesta petrolê, lê belê dihat çaverêkirin ku Erdogan berteka tund nîşan bide.

Pêşî 2yê Tebaxê deng ji rejîma Sûriyê hat û girêbesta petrolê bi tundî şermezar kir û wekî dizî û talana çavkaniyên gelê Sûriyê bi nav kir.

Piştî rejîma Sûriyê deng ji Tirkiyê jî hat. Li şûna ku Erdogan deng bide, 3yê Tebaxê Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe ya bo wê girêbestê nîşan da û got, Amerîka hiqûqa navdewletî binpê dike û ew vê yekê qebûl nakin.

'Tirkiye naxwaze li hember pozîsyona Amerîkayê rabe'

Lê belê di daxuyaniyê de wekî berê gefên tund û gotinên bi hêrs li Kurdan û hilweşandina rêveberiya heyî nehat xwarin. Ev jî nîşaneyek bû ku Tirkiye naxwaze li hember pozîsyona Amerîkayê ya li Sûriyê rabe. Ji xwe  wekî tê zanîn, Tirkiye bi saya rêdana Serokê Amerîkayê heta nav erda Rojavayê Kurdistanê ango bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê çûye û tevî her cure binpêkirinên çekdaran jî bêdengiya rêveberiya Amerîkayê berdewam e.

Analîstê Rojhilatnas ê pêwendiyên derve li Navenda Washington Ereb, Joe Macaron li ser mijarê dibêje; “Erdogan, baş dizane bê petorl ji bo Trump çiqas girîng e. Ji ber wê jî wê Erdogan çima ku kompaniya Amerîkî bi HSDê re girêbest îmze kiriye, têkiliyên xwe yên bi Washingtonê re nexe xeteriyê.”

Hêjayî gotinê ye, analîst jî dibêjin, Enqerê bi saya piştevaniya Amerîkayê di nav axa Sûriyê de destkeftên stratejîk bi dest xistine.

Herwiha şîrovekar diyar dikin, Tirkiyê li aliyekî li Libya û Rojhilatê Derya Spî wekî hêzeke guhertinê bike ketiye dewrê û li Sûriyê jî heta radeyekê hêzên Kurd dûrî sînorên xwe kirine.

'Planeke Amerîka bo herêmê heye'

Analîstê leşkerî Navvar Saban jî daye zanîn: “Planeke Amerîkîyan ji bo vê herêmê heye (Rojavayê Kurdistanê). Lê belê ti hurgiliyên girêbestê nayên zanîn. Ji ber wê jî Enqerê bertekeke tund nîşan nedaye.”