
PeyamaKurd – Mafyakarê tirk Sedat Peker, ev demek e vîdyoyan belav dike ku rojeva Tirkiyê pê tê hejandin û hin bûyerên tarî yên salên borî bi navê dewletê hatine kirin jî îfşa dike.
Peker di vîdyoya 7emîn a roja Yekşemê 23yê Gulanê hatiye belavkirin de, îdiayên nû û gelekî girîng pêşkeş dike. Peker di vîdyoya xwe de behsa trafîka tilyakê (madeyên hişbir), kuştina karsazên Kurd, Ugur Mumcu û Kutla Adali dike.
Peker derbarê kuştina karsazên Kurd ên 4ê Hezîrana 1994an digel Adnan Yildirim û Haci Karay hatine qetilkirin Savaş Buldan û Behçet Canturk dibêje:
"Çend kes wiha çûn. Dema midurê emniyetê bû (Mehmet Agar) digel Behcet Canturk, Huseyîn Baybaşîn û Savaş Buldan karê tilyakê dikirin. Ji hemû pere standin. Herî dawî kete siyasetê. Xeyala wî serokomartî bû.”
Dema derket holê ji bo paşxaneya xwe paqij bike, Tansu Çîler razî kir. Li Lijyena Ewlekariyê pêşkeşiyek da. Biryara ‘dewlet ji bo dahatuya xwe dikarin van çalakiyan bikin’ ji Lijneya Ewlekariyê derxist ku hemûyan bikuje. Ne ku ji bo welat û milet bû, ji bo rabirduya xwe paqij bike ev kir.”
Hûn nêrînên wî biecibînin ne ecibînin Uuur Mumcu bi ya min şehîd e. Çima hat kuştin? Li nivîsên wî yên dema hat kuştin binêrin. Li herêmên terorê zeviyên tilyakê hebûn, dihat firotin û bazirganiya çekan.
Ugur Mumcu hat şehîdkirin. Yê ku hat cem wî kî bû, qatil pêşî tê Mehmet Agar. Ji hevjîna wî re dibêje, ‘Ez tuxleyekî ji vir bikişînim wê dewlet di bin de bimîne’. Ev gotineke meşhûr e. Yên di nav dewletê de dijîn vê dizanin. Ugur Mumcu, zilamekî pak bû, saf bû, zilamekî bi tena serê xwe bû.”
"PKKya kûr heye qet ji bîr nekin”
Sedat Peker di beşekê de dibêje, “PKKya kûr jî heye qet vê ji bîr nekin” û wiha didomîne:
“Hemû organîzasyonên Mehmet Agar ji bo berîka wî bûn. Bi min li karsazan didan gerandin bi sedema ku pereyan dide PKKê. Dostê me yê hevpar bû. Keko zilam ji Çorumê bû, min digot, ev çawa dibe? Piştre bi du çenteyan diçe cem zilaman.”
“Di pêşerojê de du felaketên mezin li benda me ne”
Peker di berdewamê de wiha diaxive:
“We sala 1980yan pisî bi kesê di girtîgeha Diyarbekirê de bû da xwarin. Ji ber ku we pisî pê da xwarin derkete çiyê. We bavê wan li ber çavê zarokên wan rût û tazî kir. Zarokên wan derketin çiyê. A rast çareserkirina pirsa Kurd û Elewîyan gelekî hêsan e. Lê belê n8axwazin bê çareserkirin.
Pêdiviya 84 milyon welatiyên vî welatî bi yekbûnê heye. Du pirsgirêk hene di pêşerojê de felaketa mezin bi xwe re bînin; Pirsa Kurd, Pirsa Elewî. Çareserkirina wan gelekî basît e. Ji bo neyên çareserkirin çi ji wan hatiye kirine. Rojên teng li benda me ne. Ji bo em ji wan rojan re amade bin, divê em yek bin.”