.jpg)
PeyamaKurd – Televizyoneke bi ser PKKê ve bi nûçeyeke derew û bêbingeh dîsa rojeveke propandayê û provokasyonê ji xwe re çêkir û hişt ku raya giştî ya Kurd du rojan bi wê mijarê were mijulkirin.
Medya PKKê pêşî xwe ji teslîmbûnê re kerr kir
Çend roj berê beriya ku medya Kurd bi mijarê haydar bibe, ajansa fermî ya Tirkiyê A.Ayê nûçeyek belav kiribû û ragihandibû ku biraziya serkirdeyê PYDê Salih Muslim xwe radestî hêzên ewlehiya Tirkiyê kiriye û wekî hezaran mînakan propagandaya wê yekê hat kirin.
Bi navê Salih Muslim derew kirin
Lê belê balkêş e piştî çend rojan bi ser bûyerê de ku pêşî ti kesî behsa wê nekir, ji nişka ve Aryen TV ya bi ser PKKê ve, nûçeyek belav kir ku tê de, ji zimanê Salih Muslim dibêje; ‘PDKê biraziya min radestî MÎTa Tirk kir’.
Piştî vê nûçeyê antîpropagandayeke li ser medya civakî û medya PKKê, dîsa gelek kesên alîgir bêyî lêpirsîna rastiya nûçeyê wekî kerî dest bi êrîşkirina PDKê kirin.
Wezareta Navxwe ya Kurdistanê: Kurdistan mala hemû Kurdan e
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê mijar ronî kir û ragihand, qet tiştekî wiha neqewimî ye û ti kesek heta niha bo Tirkiyê nehatiye radestkirin ku Kurdistan mala hemû Kurdan e.
Herwiha hat diyarkirin ku keça bi navê Dalya ku berê şervaneke YPJê bûye û 6 meh berê hatiye Kurdistanê û bi rêyên qaçaxî derbasî Tirkiyê bûye û li bajarê Mêrsînê jî xwe radestî hêzên ewlekariya Tirkiyê kiriye.
Malbata Dalya jî nûçeyên derew red kirin
Tevî derketina rastiya bûyerê jî alîgir û qelemşorên PKKyî bi vê nûçeya derew û bêbingeh tohmet û tawanbariyên bo PDKê berdewam kirin.
Herî dawî birayê Dalya jî da xuyakirin ku Salih Muslim derbarê mijarê de ti daxuyaniyek nedaye û ew wekî malbat jî Herêma Kurdistanê tawanbar nakin.
Herwiha derket holê ku Dalya êvîndarê xortekî bakurî bûye û piştî wî ew jî bi rêyên qaçaxî bi serê xwe pêwendî çêkirine û derbasî Tirkiyê bûye.
Lê tevî ku mijar ewqas ronî û eşkere ye jî ew derdorên êrîşkar hê jî hewil didin wê derewa xwe ya bi ti awayekî bingehek jê re nedîtine berdewam bikin û bi ser tawanbarkirina PDKê têkiliyên xwe yên qirêj û nefermî yên bi îstixbarata Tirkiyê re veşêrin.
Hem êrîşî PDKê kirin hem jî bi îtibara serkirdeyê PYDê leyîstin
Bi vê nûçeya derew ku mînakên wiha yên heman medya û derdoran êdî bûne ji rêzê, qaşo xwestin PDKê bê îtibar bikin li ber çavê gelê Kurd, lê dîsa di nav destê wan de teqiya û destevala vegeriyan nav kozikên xwe yên bi derewan ava kirine.
Herwiha ya herî girîng jî bi devê serkirdeyekî naskirî yê PYD-PKKê ev nûçe belav kirin û bêreziyeke mezin li Salih Muslim bixwe kirin. Bi zanebûn yan jî bi mebesteke din e em nizanin, lê herî zêde bi vê nûçeya derew bi îtibara Salih Muslim leyîstin.