image

PeyamaKurd – Tirkiye ji bo li ser êrîşkirina ser Rojavayê Kurdistanê dest bi danûstandinên navnetewî bike, li benda krîza NATOyê maye ku vê jî wekî derfet dibîne û ev ne cara yekem e wiha dike.

Li gorî analîza rojnameya Jerusalem Postê ku ji aliyê Seth Frantzman ve hatiye nivîsandin, stratejiya Tirkiyê û wiha ye ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan demek berê eşkere kiriye û gotiye, ew dê operasyonekê li dijî Rojavayê Kurdistanê bidin destpêkirin ji xeta bajarokê Til Rifat û Minbicê heta herêmên hûndir berdewam bikin.

Seth Frantzman di sernivîsa analîza xwe de gotiye; “Tirkiye ji bo ku xwe di operasyona ser Sûriyê de mafdar derxe, şantajê li NATOyê dike.”

Di nivîsê de, balê dikişîne ser derxistina astengiyên Tirkiyê li ber endamtiya NATO ya Fînlandiya û Swêdê û diyar dike, “Tirkiye dixwaze vê ji bo xwe bike firsendekê bibîne ku hêzên rojavayê dengê xwe ji operasyonê re dernexin.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî di daxuyaniyeke xwe de gotiye, wê êrîşeke nû ya Tirkiyê bibe sedema krîzeke mirovî û derbê li têkoşîna dijî DAIŞê bixe.

Di vê stratejiya ku wekî şantajê dixuyê de, Tirkiye ji aliyekî ve ji endamtiya NATO ya Fînlandiya û Swêdê re dibe asteng, ji aliyekî ve jî endambûna xwe ya NATOyê bikar tîne.

Hêjayî gotinê ye, Erdogan bi taybet piştî pêwendiya ligel Joe Biden bi wan her du welatan re rêkeftinek îmze kir û astena xwe ya dijî endamtiya wan rakir, lê belê hê jî Tirkiye dixwaze bi taybet Amerîkayê ji bo operasyona ser Rojavayê Kurdistanê razî bike ku helwesta nû ya Amerîkayê hîn diyar nebûye.

Hemleyên berê yên Tirkiyê

Di dewama analîzê de tê diyarkirin ku Tirkiyê ji sala 2021ê ve hewl da ji bo operasyonên nû destûrê ji rêveberiya Biden bistîne. Washingtonê paşde gav avêtin û niha dîsa paşde gav davêje. Tirkiye li şûna wê ji bo operasyoneke dijî herêma serweriya rejîma Sûriyê çûbû Moskowê.

Li wan herêmên navborî di rastiyê de kontrol ji aliyê HSDê û komên bi ser wê ve tê kirin. Rejîma Sûriyê her çiqas wekî ku wan herêman kontrol dike xwe nîşan dide jî herêm ji aliyê hêzên bi pêşengiya Kurdan ve tê kontrolkirin. Ev jî ji bo Tirkiyê dibe sedema gelek probleman. Bo nimûne, sala 2018an 160 hezar kurd ji Efrînê hatin derbiderkirin û piraniya wan çûn Til Rifatê.

DAIŞê beşeke mezin a Sûriyê xistibû kontrola xwe. Amerîkayê bi Kurdan hevpeymanî kir û HSDê sala 2017an pêşengiya têkdana rêxistina cîhadî kir. Lê belê Tirkiyê jî komên çekdar ên girêdayî xwe bo şerê Kurdan xist tevgerê. Ev rewşa seyr, hişt ku Amerîka digel HSDê rojhilatê Sûriyê bixe kontrola xwe û DAIŞê têk bide û li aliyê bakurê rojhilatê Sûriyê jî Tirkiye bi komên Ereb û Tirkmen re li wê herêmê kontrola xwe saxlem bike.

Pêwendiyên Tirkiyê yên bi derve re û rewşa niha

Dema em bên sala 2022yan, Tirkiye car din sinyala ku li herêmê careke din operasyonê bike dide Rûsyayê û Rûsya jî sinyala ku di şerê Ukrayna de Tirkiye destê bide wan dide.

Tirkiye dibêje, bila NATO di operasyoneke muhtemel a ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de, bêdeng bimîne, heke na ew ê nehêle Fînlandiya û Swêd bibin endamên NATOyê.

Piştre jî lobîkarên wan ên li Amerîkayê, ji bo çîrokên xwe belav bikin bi medya Amerîkî re li hev dikin.

Heta ji bo zêde rastî nerazîbûn û bertekan neyên jî hewl didin xwe bigihînin Îsraîlê û dengên alîgirên Îsraîlê.