image

PeyamaKurd – Weşana navdar a Amerîkî ya analîzan li ser geşedanên li seranserê Cîhanê dike The National Interest, bi îmzeya analîst Janine Di Giovani, derbarê Kurdan û Kurdistanê gotarek weşand.

Di gotara ku bi sernavê “Gelo em ê Kurdistaneke Serbixwe bibînin?” ji aliyê analîstê The National Interestê Giovannî ve ku hevdem lêkolînerekî pispor ê Enstîtuya Yale Jackson a Pêwendiyên Kurewî ye û di panela heman enstîtuyê de hatiye pêşkeşkirin de, li bersiva pirsa; “Gelo wê rojekê Kurd jî bibin xwedî dewleta serbixwe?” digere.

“Îsraîlê tim aniye ziman ku ew piştevaniyê li serxwebûna Kurdan dikin”

Giovannî dibêje, heger Amerîka piştgiriya serxwebûna Kurdan bike, min pêşbînî kiriye ku wê muhtemele ligel Tirkiyê pevçûn çêbibe. Herwiha iraqî, îranî û sûriyeyî jî ji ‘Serxwebûna Kurdan’ kêfxweş nedibûn. Lê belê ya ku ji vê kêfxweş bibe, wê Îsraîl be ku bi salan ligel Kurdan tevgeriyaye.

Serokwezîr Binyamîn Netanyahû, dema referandûma serxwebûnê ya sala 2017an tim digot, ew piştevaniya damezrandina dewleta Kurd dikin. Helbet stratejîyeke vê heye; Îsraîl vê ne ji bo cormerdiya xwe dike. Hevpeymaneke ku bibe bend li ser sînorên Îranê dixwaze. Û Kurd jî li gorî vê daxwazê ne. Herwiha li Îsraîlê jî bi qasî 200 hezar Cihûyên Kurd hene.

“Min xîretkariya Pêşmerge ya di şer de li cih cih şopand”

Di gotarê de tê gotin, hebûna Amerîkayê li herêmê divê di çarçoveya pêbaweriyê de bê xwendin ku wî bixwe jî li eniyên şerê dijî DAIŞê nûçe çêkirine û bi çavê xwe dîtiye ku Pêşmerge çawa bi xîretkarî di şer de nîşan daye ku leşkerên Iraqê piştî ketina Mûsilê di sala 2014an de tune bûbûn.

Herwiha biryara vekişîna ji sînorên Rojavayê Kurdistanê ya Donald Trump a Cotmeha 2019an bi tundî rexne dike ku Kurd rûbirûyî hemû dijminên xwe hiştine. Giovanni dibêje, ev biryara Trump nîşaneya tirsonekîya exlaqî û dilsoznebûna ligel Kurdan e.

“Fikarên Sûriye, Tirkiye û Îranê hebûn”

Giovannî dide zanîn ku ew îlona 2017an dema referandûma serxwebûnê li Hewlêrê bû û di encamê de ji sedî 93yê dengdêran ji bo dewleteke cuda dengê ‘belê’ dane ku li herêmê gelekî îtiraz li referandûmê hebûn. Sûriye, Tirkiye û Îran ketibûn wê fikarê ku wê encamên referandûmê bandorê li ser wan bikin.

Bexdayê referandûm nerewa îlan kir û balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê ragird. Vê yekê jî hişt ku li şûna bi peymanan hêza Kurdan di pêşerojê de zêde bibe, yekser rê li ber şerê çekdarî bi Iraqê re vekir.

Şervanên Pêşmerge di encama xiyaneke navxweyî de, ji aliyê hêzên Iraqê ve ji Kerkûkê hatin derxistin û sivikatî li wan hat kirin. Piştî vê xiyanetê tê texmînkirin ku Kurdan ji sedî 40ê erdên xwe yên ji bin dagirkeriya DAIŞê rizgar kiribûn, ji dest dan.

Giovannî dibêje, bûyerên navbera Îsraîl û Filistînê yên van rojan hiştiye ku ew li ser mafê Kurdan ê diyarkirina çarenivîsa xwe bifikire û diyar dike, “Ez di wê baweriyê de me ku wê Kurd jî rojekê bibin xwediyê dewleta xwe û pêwîste bibin jî. Lê belê di pêşerojeke nêzîk de xuya nake û ev jî bi îhtimaleke mezin bêyî alîkariya Amerîkayê pêk nayê.”

Di berdewamê de tê gotin, Amerîka niha ne di wê keştiyê de ye ku niha rêveberiya Amerîka ya Serok Joe Biden, bala xwe daye ser Çînê û li şûna rasterast xeteriya rûbirûna Tirkiyê bide ber çavê xwe, hewil dide şerê li Afganistanê bidawî bike. Di vê rewşê de jî Kurdan terkî qedera wan dike.

“Kurd li dinyayê miletê herî mezin ê bêdewlet in”

Nivîskarê gotarê destnîşan dike, “Kurd li dinyayê miletê herî mezin ê bêdewlet in. Di vê rewşê de, bawer nakim Bexda dixwaze Kurd serbixwe bibin. Lê hin kes dibêjin, heger Kurdistan serbixwe bibe, li gorî destûra Iraqê wê Iraq jî bihêztir bibe.”

Di dawiyê de li ser panela Enstûtiya Yale tê gotin ku yek ji şîroveyên herî baş ji aliyê Ken Polloc ve hatiye kirin ku berê wekî analîst di CIAyê de kar kiriye û niha jî di Enstîtuya Hewldanê ya Amerîkî de wekî pisporê Iraq-Kendavê kar dike.

Ken Polloc jî dibêje, "Mafê diyarkirina çarenivîsê ji bo pêwendiyên navdewletî tiştekî baş e, lê belê ji bo hiqûqa navdewletî her tim baş nabe” ku divê vê yekê jî qebûl bikin.

Giovannî di xuyakirin ku derencama wî ji panelê derxistiye ew e ku, “Dema mijar dibe Kurdistan, pêwîstî bi kêmkirina romantîzmê û hestiyarbûnê heye. Ji bo bigihin serxwebûnê piştgiriyeke mezin a herêmî pêwîst e. Lewra bêyî piştgiriyê, wê Kurd rûbirûyî xeteriya dorpêçkirinên aborî, îzolasyon û dijmankariya welatên cîran bên.”

Werger-Nûçe: PeyamaKurd