
PeyamaKurd - Di Çileya 2016an de min serdana Diyarbekirê kir ku yek ji bajarê herî mezin ê Kurd lê dijîn e. Li navçeya kevnar a Sûrê di navbera artêşa Tirk û PKKê de şer hebû.
Hikûmeta Erdogan sala 2013an ligel PKKê pêvajoya aştiyê dabû destpêkirin û ev pêvajo heta hilbijartinên Hezîrana 2015an berdewam kir ku pêşveçûneke baş hat bidestxistin.
Lê belê di hilbijartinan de AKPê li hember Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku Kurdan dengê xwe dayê piraniya parlamentoyê ji dest da. Muhtemel e ku hikûmeta Erdogan ji bo pêşiya mezinbûna HDPê bigire û nijadperestiyê ji nû ve zindî bike di demeke kurt de pêvajoya aştiyê bi dawî anî.
Nivîskarê The Nationalê ku li ser mijarên Tirk û Rojhilatê Derya Spî radewiste, David Lepeska, di qûncikê xwe de nivîsarek li ser alozî û şerê navbera Îsraîl-Filîstînê û rûberkirina wê bi bûyerên sala 2016an a navçeya Sûrê ya Diyarbekirê nivîsand.
“Ez derûniya zarokên Kurd meraq dikim”
Wê heyamê qedexeya derketina derve zêdetirî sê mehan berdewam kiri. Bi sed hezaran welatî ji cih û warê xwe koçber bûn û 500 jê sivîl zêdetirî 5 hezar kes jî hatin kuştin. Beşek ji bajarên Silopî,. Farqîn, Cizîr, Mêrdîn, Dersîm û yên din şibiyan bajarê Helebê ku ji aliyê Beşar Esed jî bi bombeyên varîlê hatibû bombebaran kirin.
Tişta ku herî zêde tê bîra min, ew malbatên ku ji Sûrê direviyan û eşyayên wan li ser pişta wan bûn ku ditirsiyan careke din nikaribin vegerin malên xwe. Dema em ev dîmen li welatekî namzeda endamtiya Yekîtiya Ewropayê dît şok bûbûm.
Lê niha di van rojên dawî de dema pevçûnên Xeze-Îsraîlê berdewam dikirin, ew dîmen hatin hişê min. Rojnamevanekî li ser Twitterê vîdyoya dema bombe li Xezeyê diteqiya zarokê li kuçeyê ligel malbata xwe dileyîst parve kiribû û gotibû, “Derûniya van zarokan xeyal bikin”.
Ez derûniya zarokên Kurdên li Tirkiyê jî meraq dikim. Erdogan piştî du salan pêvajoya aştiyê bidawî anîbû û operasyonên valakirina bajarên Kurdan hatibûn destpêkirin. Erdogan niha jî dixwaze Filîstînî dersa Îsraîlê bidinê û bangewaziyê li hemû misilmanan dike. Ev yek li projeya Erdogan a demeke dirêj e hewil dide bibe serokê cîhana îslamê tê.
“Herdu şer jî dişibin hev”
Pêwendiyên Tirkiye-Îsraîlê ji dema keştiya Mavî Marmara ve baş naçin. Tirkiye zilm û îstismarên xwe yên li herêmê wekî yên Îsraîlê nabîne. Helbet cudahî jî hene.
Lê belê êrîşên ku Tirkiyê bi ser bajarên Kurdan de dane destpêkirin, di waran de dişibin yên vê dawî ku di navbera Îsraîl-Filîstînê de rû dan. Herdu jî îşaretê bi ji nû ve destpêkirina şer dikin ku di heman demê de ji ber nebûna çareseriyekê berdewamiya nakokî û neliheviyê nîşan didin.
Jêdera herdu şeran jî ji rijdbûna bo têkdana dijmin pêk tên, lê di rojeveke piştperdeyê jî pê re tê: Bidestxistina zêdetir hêza siyasî û aborî.
Şerê vê dawiyê yê li Îsraîlê, piştî ku Îsraîlê xwest 6 malbatan ji herêma Rojhilatê Qûdsê (Orşelîm) derxe sor bû. Heman wekî wê Tirkiyê jî xwest Kurdan ji cihê lê dijîn koçber bike û hewl da bi alîgirên xwe wan bajaran tije bike. Yanî guhertina demografîk…
“Em li vir in. Tu li ku yî Erdogan?”
Sur'un eski belediye başkanı Abdullah Demirbaş 2016 ziyaretim sırasında bana, “Bu aynı zamanda ideolojik ve kültürel bir hegemonya projesi. Onları desteklemeyen, görüşlerini benimseyen insanları yerlerinden ederek bölgenin demografik profilini değiştiriyorlar” demişti.
Şaredarê berê yê Sûrê Abdullah Demirbaş dema serdana min a 2016an ji min re gotibû, “Ev di heman demê de projeyeke îdeolojîk û kultirî ya hegemonyayê ye. Demografiya herêm û deverên xelkê wan alîgiriya wan nakin diguherînin”.
Li aliyê din hikûmeta Erdogan dema êş û azarî bi hemwelatiyên xwe dide kişandin jî îdia dike ku ew serokê rizgarker ê misilmanan e.
Îna borî dema moşekên Îsraîlê Xeze kirin armanc, bi sedan ereb li mizgefta El Eqsa kom bûn û diruşmên, “Em li vir in. Tu li ku yî Erdogan?” qerîyan!.