image

PeyamaKurd - Her çiqas xwepêşandanên vê dawiyê yên li Pîremgrûn, Kifrî, Seyîd Sadiq, Helebce û Çemçemal ên dorûbera Silêmaniyê, ji ber sedemên paşxistina meaşan, qeyrana darayî û nebûna xizmetguzariyan pêk bên jî sazî û baregehên dikin hedef ji xwe re nîşan dide ku armanca wan cuda ye.

Protestoyên ku qaşo bi navê ‘Başkirina rewşa jiyanê’ hatine destpêkirin, niha veguherîne rewşeke metirsîdar a derxistina aloziyê. Dema mirov baş dêhna xwe bide encamên van xwepêşandanan diyar dibe ku ji awayê didin xuyakirin zêdetir, gelek niyetên cuda bi awayekî eşkere xwe didin der.

“Rêkeftina Şingalê û hevdîtinên Bexdayê yên Îran, PKK û Lahor Talabanî”

Yek ji sedema herî sereke ya van bûyeran aktîfkirina rêkeftina Şingalê û cîbicîkirina wê ye. Nabe ev mijar bê piştguhkirin ku gelekî girîng e. Dema em bala xwe didin ser eşkere ye ku PDK û Hikûmeta Kurdistanê tê armanc kirin. Lê belê ya balkêş ew e ku avahiyên YNK, Komel, Yekgirtû û Goranê jî têne şewitandin. Sedema vê jî rêkeftina Şingalê ya di navbera Hewlêr-Bexdayê de hatiye kirin e.

Li gorî agahiyên jêderên pêbawer, li piştperdeya bûyerên Silêmaniyê, Fermandarê Hêza Qûds a Îranê Îsmaîl Qaanî ku ketiye şûna Qasim Suleymanî û taximekî nav YNKê ‘Taximê Lahor Cengî) û hevdîtina PKKê ya çend hefte berê li Bexdayê heye. Îran ji rêkeftina Şingalê ya navbera Hewlêr-Bexdayê gelekî ne xweş e û ji bo neyê bicihkirin hemû cure hewlan dide. Çunkî Îran dizane ku li gorî rêkeftinê divê Heşda Şeibî û PKK ya ligel wan nêzîk dixebite ji herêmê werin derxistin.

Di wan hevdîtinên mijara gotinê de, PKKê li beramberê derneketina ji Şingalê garantî daye wan ku li Herêma Kurdistanê aloziyê dirust bike. Îranê û Lahor Talabanî jî ev pêşniyar qebûl kirin.

Partî û komên Silêmaniyê di bin bandora Tehranê de ne û ev rastiyeke nayê înkarkirin e. Herwiha Îran li Silêmaniyê li ser partî û pêkhateyan xwedî serweriyeke bihêz e. Tehran xwedî wê karînê ye ku her çi demê bixwaze dikare pêkhateyeke bixe tevgerê.

Tehran piştî têkçûna Donald Trump di hilbijartinên seroktiya Amerîkayê de û hilbijartina Joe Biden, ji bo hêz û serweriya xwe ya li herêmê ji nû ve bi dest bixe ‘hemleyên bilez’ dike û hewil dide bi ser bikeve. Niha Îran; digel alîgirên xwe yên li Iraq û Herêma Kurdistanê ketiye tevgerê. Yanî di bûyerên li Silêmaniyê rû didin de jî destê Îranê heye.

“Gelo çima xwepêşandan ne dijî Bexdayê ne, lê Hikûmeta Kurdistanê dikin armanc?”

Xwepêşandanên kaosê yên li Silêmaniyê rû didin, ji daxwazên başkirina rewşa jiyanê û darayî gelekî wêdetir in. Lewra qesta ji başkirina rewşa darayî tenê ne girêdayî mercên Herêma Kurdistanê ye.

Hikûmeta Kurdistanê ji destpêka sala 2014an ve di dayîna muçeyên karmendan, xanenişînan û Pêşmerge de, tengav dibe. Ev ne rewşeke nû ye. Ji ber ku hikûmeta Bexdayê ji sala 2005an ve budçeya mafê Herêma Kurdistanê bi awayekî rêkûpêk naşîne. Neşandina budçeya Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, dibe sedema krîzan. Herwiha kêşeyên aborî jî girêdana wan bi Îranê ve heye ku Îran hokareke bi bandor e.

Niha yên ku îro li Silêmaniyê dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê provokasyonên dijminane dikin, çima li hev kom nabin û budçeya ku Bexda ji sala 2005an ve bi rêkûpêk naşîna Hewlêrê protesto nakin?

Gelo çima PKK dema ev bûyer rû didin (tevî ku hay ji awayê dabeşkirina budçeyê heye) xwe diveşêre û bêdengiyê hildibijêre? Pirsên mîna vê pir in…

“Erka ku ji referandûma 2017an ve bandor li Silêmaniyê kiriye”

PKK û taximê Lahor Cengî niha berpirsiyarên sereke yên van bûyerên Silêmaniyê ne. Îran, PKK û taximê Lahor Cengî di erka xwe ya ku di referandûma Serxwebûna Kurdistanê ya 2017an de, bi ser neketin , dixwazin ‘bi mildana hev’ ji nû ve hewl bidin bicih bînin.

Yên ku li Silêmaniyê ‘kaosa xendekwarî’ çêdikin ne gel e, ew aliyên Îrancîtî û Iraqcîtiyê dikin in. Nîşanadana vê kaosê wekî mafên rewa yên gel, ji bo Kurdistanê qet ne raveyeke tendurist e.

Ger mesele tenê mijara budçeyê be; ya ku budçeyê nade ne Herêma Kurdistanê ye, berevajî wê Iraq bi xwe ye. Heger mesele xwedîderketina li kurdbûnê be, gelo çima ew kesên niha derketine kolanan ‘bi çekan’ bersiva kiryarên Heşda Şeibî jî nedan.

‘Êrîşî Pêşmege dikin, pereyên komela sêwîyan tên dizîn”

Yên ku li Silêmaniyê bi pihîna êrîşî rêveberê kal ê PDKê kirin, serê jinan şikandin, avahiya partiyê şewitandin û ala Iraqê hildan ser, yên ku li Çemçemalê bi keleşkofan ofîs gulebaran kirin û li ber avahiya partiyê diruşmên ‘bijî Apo’ qêriyan ne dengê Kurdistanê ne, lê brîna xwînî ya gelê Kurdistanê bixwe ne.

Niha ew kesên ku li Silêmaniyê bi çavkorî bi çekan êrîşî Pêşmerge dikin, dorûberê gulebaran dikin ne Kurd in, milîsên bi zanebûn bo herêmê hatine şandin in. Yên ku komela sêwîyan talan kirine û bi milyonan dînar dizîne dîsa ew kes in.

Tirsa wan ew e ku rêkeftina Şingalê ya navbera Bexda-Hewlêrê di demên pêş de, encamên hîn mayîndetir bi xwe re werîne û Herêma Kurdistanê bi girêdana peymanên nû re bihêztir bibe.

Herwiha nêzîkbûna şaxê netewî û emekdar ê YNKê ku nêzîkî PDKê dibe, tifaqa sêqolî ya Îran, PKK û taximê xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an ê Lahor Talabanî dixe nav fikaran. Çimkî beşa YNKê ya ku nêzîkî PDKê dibe, wê rageşiya navbera Silêmaniye-Hewlêrê bidawî bîne û yekîtiya navbera kurdan bihêz bike.

Bi kurtî rastiyeke rêkeftina Şingalê heye ku wê hewldan û berjewendiyên Îranê, çalakiyên Lahor Cengî û hêza PKKê ya li herêmê bişkîne. Herwiha bêyî bala xwe bidin ser bûyerên Silêmaniyê divê bê zanîn ku mijara budçeyê girêdayî hikûmeta Iraqê bi xwe ye.