image

PeyamaKurd - Di rapora ku ji aliyê Ajansa Îstixbarata Wezareta Bervaniya Amerîka (Pentagon-DİA) ve hatiye amadekirin de tê gotin ku PKKê hevpeymaneke nû ji xwe re dîtiye. Rapora navborî li demeke ku operasyona Tirkiyê ya bi navê Pence-Kilîd dewam dike de, hatiye eşkerekirin û hurgiliyên balkêş tê de cî digirin.

Di rapora DİA de derbarê operasyona Tirkiyê ya ser PKKê de, tê diyarkirin ku milîsên îranî jî êrîşan dibin ser hêzên Tirkiyê.

Li gorî wê rapora îstixbarata Amerîkayê mebesta hevpeymana nû ya PKKê (Heşda Şeibî) ew e ku xwe ‘wekî parêzvanên serxwebûna Iraqê’ nîşan bidin.

Hevkariya PKKê û milîsên Îran piştevaniya wan dike, di raporê de tê piştrastkirin û tê gotin ku dest bi hevkariyê kirine.

Herwiha tê gotin ku ew komên milîs ên bi ser Îranê ve tevî PKKê bi awayekî kordîne êrîşî ser hêzên Tirkiyê dikin.

“Li Iraq û Sûriyê di pevçûnan de cî girtin”

Di rapora ji aliyê Ajansa Îstixbarata Wezareta Bervaniya Amerîka (Pentagon) ve bi awayekî berfireh hatiye amadekirin de, hatiye eşkere kirin; “Piştî êrîşên Tirkiyê yên di meha Sibatê de li Herêma Kurdistanê li ser bingehên PKKê pêk anîn, milîtanên koma milîs a bi ser Îranê ve, li bakurê Mûsilê êrîşeke moşekî bi ser baregeha artêşa Tirkiyê de pêk anî.”

Dîsa di raporê de hatiye diyarkirin, “DIA pêşbînî dike ku wekî berteka dijî lêdana PKKê bi êrîşên asmanî û Droneyan ji aliyê Tirkiyê ve, wê ew koma milîs jî ligel PKKê bi awayekî kordîneyî karê xwe dewam bike.”

“Dixwazin xwe wekî parêzvanên serxwebûna Iraqê nîşan bidin”

Di rapora navborî de hin şîroveyên li ser hevkariya PKKê ya bi milîsên Îranî re cî digirin û wiha tê gotin:

“Wê milîtan (milîsên îranî) muhtemel e piştî operasyonan êrîşî hêzên Tirk bikin ku mebesta wan ew e ku dixwazin xwe wekî parêzvanên serxwebûna Iraqê nîşan bidin.”