
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) raporek derbarê pêwendiyên Amerîka-Rûsya û hebûna hêzên Amerîkî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê belav kir ku tê de tê gotin, Rûsya ji bo hêzên Amerîka terka Rojavayê Kurdistanê bidin û vekişin ji wir di nav hewldanan de ye
Rûsyayê dewriyeyên xwe li Rojava zêde kirin
Di rapora ku ji aliyê Wekîlê Mufetişê Wezareta Berevaniya Amerîkayê Sean O’Donnell ve hatiye amadekirin de, tê diyarkirin ku Rûsya demên dawî li Rojavayê Kurdistanê angajmanên şernekirinê di hin operasyonan de binpê dike û hejmara dewriyeyên xwe jî zêde kirine.
Rûsya di demên dawî de Amerîkayê ji tevgerên leşkerî agahdar nake
Herwiha tê gotin ku tevî hebûna hemahengiya ligel hêzên rûsî jî demên dawî hêzên Amerîkayê ji liv û tevgerên leşkerî û çûnûhatina balafirên şer û neqliyê nayê agahdarkirin.
Binpêkirinên hêzên Rûsî ji par ve zêdetir bûne
Rapora Pentagonê balê dikişîne ser zêdebûna binpêkirinên hêzên rûsî ji sala borî ve û dibêje, lê belê Rûsya ji bo hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Amerîka pêşengiya wê dike nabe gef.
Di raporê de aloziya navbera hêzên rejîmê û HSDê jî tê bibîrxistin û tê gotin, Rûsya bi vî awayî dixwaze serweriya xwe li ser herêmên kontrola HSDê bisepîne.
HSDê pêşniyarên Rûsyayê yên bo Tirkiyê red kirin
Di beşeke din a raporê de jî hatiye destnîşankirin ku ji bo bidawîkirina rageşî û aloziya navbera HSD û Tirkiyê Rûsya ketiye nav hewldaneke girîng, lê belê HSDê pêşniyarên Rûsyayê red kirine.