image

PeyamaKurd - Di van çend rojên dawî de, bi taybet jî piştî daxuyaniyên operasyonê yên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, tevgera leşkerî ya bejahî û ya asmanî jî bi rêya SÎHAyên Tirk û helîkopterên rûsî, li ser Rojavayê Kurdistanê zêde dibe.

Piştî dewriyeya hevbeş a hêzên Tirk û Rûs li rojhilatê Helebê bi demekê, SÎHAyên Tirk çeperên Hezên Sûriya Demokratîk (HSD) li bakurê Helebê û nêzîkî baregeha Rûsyayê bombebaran kir. Di demeke wiha de artêşa Amerîkayê jî bi beşdariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Til temirê dewriye gerand.

Herwiha hêzên artêşa Tirkiyê jî li herêmên Girê Spî û Serê Kaniyê yên dagirkirî, çavdêriya hêzên komên çekdar ên girêdayî xwe kir.

Li aliyekî din dewriyeya hêzên Amerîkî jî bi 6 wesayîtên zirxî serdana bajaroka Rimêlan a rojhilat Qamişloyê kir ku ew dever herêma petrolê ye.

Dewriyeya Amerîkî çavdêrîya gundewarên navbera Qamişlo û Dêrikê yên sînorê Tirkiyê kir û guhdariya metirstiyên xelkê herêmê yên derbarê êrîşeke muhtemel a Tirkiyê kir.

“Piştî ragihandina operasyonê ya Erdogan li herêmê tevgera leşkerî zêde bû”

Komên çekdar ên Tirkiye piştevaniya wan dike, di vê navberê de bi top û fuzeyan êrîş birin ser gundê El Wehşiye yê devera Şehbayê ku dikeve nav herêma Efrînê.

Bi taybet jî piştî daxuyaniyên Erdogan ên li ser operasyona bi ser herêmên Rêveberiya Xweser û HSDê de, tevgera leşkerî ya hêzên Amerîka, Rûsya û Tirk ligel tevgera hêzên asmanî zêde bûye.

Lêkolînerê Enstîtuya Rojhilata Nêzîk ya Washingtonê Bera Sabrî li ser pêşhatên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê dibêje; “Ne mimkune tevgerên ku li Bakurê Rojhilatê Sûriyê (Rojava) pêk tên dûrî geşedanên li Ukraynayê dibin, bê nirxandin. Gefên dawî yên Tirkiyê, ne nû ne, lê belê cidîbûna pêkhatina wan gefan girêdayî geşedanên navnetewî ne ku ev jî metirsiyê zêde dike.

Moskow û Washington ku li Ukraynayê şerê hev dikin, li beramberî ku Tirkiye piştevaniya wan bike dixwazin Tirkiyê bikişînin aliyê xwe.

Çi bi NATOyê re çi jî bi Moskowê re be, divê mirov piştguh neke ku rêkeftineke ji herêma Donbasê heta bajaroka Eyn Îsa ya Sûriyê ne dûrî îhtimalê ye.”

 “Rûsya: Dixwaze bibêje, Yên ku we diparêzin em in, di şirîkatiyê de Washington nîne”

Di analîzê de Sabrî diyar dike ku tevî zêdebûna gefên Tirkiyê jî dewriyeyên Rûs-Tirk li gorî soza dane hevdu berdewam dikin û vê mijarê wiha şîrove dike:

“Pebandbûna herdu aliyan beşek ji peymanên berê ye. Lê belê bi awayekî eşkere tê dîtin ku di rojên dawî de, dewriyeyên rûsî zêde bûne ku sedema wê jî Rûsya dixwaze baweriyê bide û HSDê jî bikişîne aliyê xwe. Wekî ku Rûsya dixwaze vê bibêje; yê ku we diparêze em in, Washington di vê şirîkatiyê de nîne.

Lêkolîner Sabrî wiha dawiyê li nirxandina xwe tîne:

 “Rûs ji bo giraniya xwe ya li Sûriyê nîşan bidin û HSDê jî teşwîq bikin ku beşdarî nav wan bibe, pêşandana hêzê dikin. Ev beşek ji polîtîkayên Rûsyayê ku dixwaze Washington û hevpeymanên wê bixe zorê û nehêle polîtîkayên wan bi ser bikevin. Lihevkirina HSD-Rêveberiya Xweser a sivîl bi hikûmeta Şamê re, girêdayî lihevkirina navbera Amerîka û Rûsya û asta gefên Tirkiyê ye.

HSD; hewl dide bi Şam a ku Tehran piştevaniya wê dike re li hev bike. Lê belê Şam gelekî bi inyad e û rêveberiyeke derveyî xwe li Sûriyê red dike. Ev jî rê nade ku di navbera herdu aliyan de rêkeftineke dawî ya muhtemel pêk were û lihevkirinê dixe zorê.”